Sûriya pirojeya Rêveberîya Xwecihî bo Rêveberîya Xweser pêşniyaz dike

Parlementerekê Sûrî raghand, hikumeta Sûriyê pirojeya Rêveberîya Xwecihî li ser Rêveberîya Xweser pêşniyaz kirîye.

K24- Hewlêr

Parlementerekê Sûrî raghand, hikumeta Sûriyê pirojeya Rêveberîya Xwecihî li ser Rêveberîya Xweser pêşniyaz kirîye.

Perlementerê Sûrî, Newaf Terad Elmilhim bi rojnameya Elweten ya Sûrî re raghandîye, ku civînek di navbera şandeka Dîmeşqê û alîyên bakura rojhelata Sûriyê de li Qamişlo birêve çû. Di wê civînê de şanda Dîmeşqê pirojeya Rêveberîya Xwecihî, ewa ya ku di destûra Sûryê ya sala 2012ê de heye li ser Rêveberîya Xweser pêşniyaz kirîye.

Li gor wî perlemerinterê Sûrî, nwênerên Rêveberêya Xweser ji wan re tekez kirîne ku ew ne alîyeka cudaxwazin û ew sînorê Sûriyê diparêzên û navçeyên xwe ji tîrorê pakij kirîne.

Elmilhim gotîye jî: Ew li gel nwênerên Rêvebirîya Xweser li ser cudahyên di navbera Rêveber ya Xweser û Rêveberîya Navixwe de ne seknîne tenê wan projeyê xwe pêşkêkirîye.