Bêgerd Talebanî: Destberdarê sîyaseta xwebijêwîyê nabîn

Wezîra Çandinê û Çavkanîyên Avê ya Herêma Kurdistanê, ragehand: Kar dikîn bo çareserkirina pirsgirêka bi bazarkirina berhemên cotkaran û destberdarê sîyaseta xwebijêwîyê nabîn.

K24- Hewlêr

Wezîra Çandinê û Çavkanîyên Avê ya Herêma Kurdistanê, ragehand: Kar dikîn bo çareserkirina pirsgirêka bi bazarkirina berhemên cotkaran û destberdarê sîyaseta xwebijêwîyê nabîn.

Bêgerd Talebanî, wezîra Wezîra Çandinê û Çavkanîyên Avê, ya Herêma Kurdistanê ragehand: Di çend salên burî de, bi egera pirsgirêgên deverê û kirîza darayî, ew rastî hat selmandin ku xwebijêwî yan nîve xwebijêwîbi sîyaseta sitratîcî dihêt hejmartin. Em di wezareta Wezîra Çandinê û Çavkanîyên Avê, bi ti awayekê destberdarê evê sîyasetê nabîn û giringîyê bi asayîşa xorak û avê didîn.

Ev axitinên wezîra Wezîra Çandinê û Çavkanîyên Avê, di dema Workşopekê de hat ku derbarê pêşxistina çandinê nû, amaje bi wê yekê jî da: Ev rûniştina me bi mebesta dnana pilaneke tukmeye bo çar salên dahatî yên fermanrewayîya herêma Kurdistanê û ber bi pêşbirina kerta çandinê.

Bêgerd Talebanî got jî: vekolînê ji serpêçîkaran û kêmasîkarran dikîn û  giringîyeke zêdetir bi kiwalîtî kontirol û standardên cîhanî didîn ji anîn xorak û berhem û pêwîstîyên çandinê, herweha kar dikîn daku sîyaseteke guncîyayî bo bi bazarkirina berhemên çandinê dabirêjîn.

Raghenad jî: Pêwîste tilên xwe bixîn ser kêmasîyên burî. Bingeheke bihêz û sitratîcî ya zelal bo ayîndeya kerta çandinê û çavkanîyên avê darêjîn. Em bi bawerîn ku serokê wezîran û cêgirê wî piştîvanîya kerta çandinê dikin, daku bibe yek ji binemayê sereke û bihêzên Herêma Kurdistanê.