Goreke dî ya enfalkirîyên Kurd li Semawe hat vekirin

Evro li sinûrê bajarê Semawe, navenda parêzgeha Mûsena, goreke bi kom hat vekirin ku rûfatên 80 enfalkirîyên Kurd têde bûn.

K24- Hewlêr

Evro li sinûrê bajarê Semawe, navenda parêzgeha Mûsena, goreke bi kom hat vekirin ku rûfatên 80 enfalkirîyên Kurd têde bûn.

Ferhad Reşîd, Taqaneyê Enfalê, ku di dema vekirina wê gora bikom  amade bû, bi kurdistan24 ragehand: serê spêdeya evro vekirina goreke bi kom a enfalkirîyên Kurd li Semawe destpêkir u zêdetir ji 80 rufatan di nav ewê gorê de hebûn û piranîya wan jî jin û zaro ne.

Got jî: li gor amajeyên destpêkê weha dîyare ku ew rûfat yên enfalkirîyên xelkê Germîyan bin, di cil û bergên wan de weha xuya dibe ku enfalkirîyên wê deverê ne.

Berê parêzgarê Musena ragehandibû , ku li ser rasparte ya serok Mesûd Barzanî, hemû hewlekê didin bo vedîtin û vekirina gorên bikom ên enfalkirîyên Kurd li Semawe. Her bo evê yekê jî şandeke hikumeta Herêma Kurdistanê serdana Semawe kir û wezareta Şehîdan û Enfalkirîyên Herêma Kurdistanê û dezgeha şehîdên Îraqê çend caran li ser mîkanîzma vekirin û vehildana gorên bikom giftûgo kirine.

Li 12/04/2019 bi rêya komîteyekê bo gerîyanê li dûv gorên bi kom ên Kurdan ku ji şahid û karmenêdn berê yên dezgehên ewlekarîya dema Beisê pêkhatibû, goreke bi kom a welatîyên Kurd li devera Şêxîye, ser bi bajrê Semawe hat dîtin.