PDK dest bi gereke din a danûstandinên pêkanîna hikûmetê dike

Biryar e Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi gereke din a danûstandinan bike û ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dest bi gereke din a danûstandinan bike û ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê bicive.

Li gor zanyariyên K24ê, îro şanda danûstandkar a PDKê ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ligel YNKê bicive û biryar e jî sibe ligel Tevgera Goranê bicive.

Ev di demekê de ye, PDK, YNK û Tevgera Goranê sê aliyên sereke yên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê ne. Her yek ji YNK û Tevgera Goranê jî xwe ji bo beşdariya di hikûmeta nû de yekalî kirine .

Li gor zanyariyan xalên nakok ên di navbera PDK û Goranê kêmtir in ji nakokiyên di navbera PDK û YNKê de, lê ta niha PDK ligel her du aliyan negihîştiye biryara dawiyê.  

 

S. B