Peyamnêrên K24: Di encama êrîşa Tirkiyê de 5 welatî şehîd bûn

Artêşa Tirkiyê bi riya firokeyên F-16 û topxaneyê xwe êrîşî ser gund û bajarên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê kir û ta niha di encamê de 5 welatiyên sivîl şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê bi riya firokeyên F-16 û topxaneyê xwe êrîşî ser gund û bajarên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê kir û ta niha di encamê de 5 welatiyên sivîl şehîd bûn û hejmareke din jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li nêzîkî Girê Sipî da zanîn, firokeyên Tirkiyê li gundê Mitigeltê yê rojavayê Girê Sipî maleke sivîlan bombebaran kir û di encamê de xwediyê malê Mihemed Hac Qadir û hevjîna wî Rebîa Ezîz şehîd bûn.

Li gor zanyariyên K24ê, zarokekî 6 salî li gundê Sê Girka yê ser bi Qamişlo ve di encama guleyeke artêşa Tirkiyê de şehîd bû. Herwiha welatiyekî din jî li gundê Mişrafê yê Serê Kaniyê şehîd bû û 2 welatî jî birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve, peyamnêrê K24ê da zanîn, gundên Dêrnaqulka, Kêl Hesenek, Şîtka û Batirzan bi tevahî hatin valakirin, piştî ku rastî topbarana Tirkiyê hatin.

Da zanîn jî, di encama topbarana Tirkiyê de jî li gundên Dêrnaqulka keçeke zarok şehîd bû û hejmarek welatî jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan jî, topxaneya Tirkiyê gundên Hemdonê û Xerzî yên rojavayê Amûdê dide ber topên Hawinê û HSDê jî bersiva topbaranê didin.

Peyamnêrê K24ê li Kobanê diyar kir, topxaneya Tirkiyê westgeha radyoyê ya Kobanî û gundên Qeremox, Eyn Betrê, Sepetê û Zormixarê yên Kobanî tên topbarankirin.

Îro 9. 19. 2019an, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, destpêkirina êrîşa welatê xwe li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand û firokeyên Tirkiyê yên F-16 dest bi bombebarana gund û bajarên Kurdî yên sînorî kirin, piştre topxaneya Tirkiyê dest bi gundên sînorî dike.