Li Efrînê bomeyek teqiya û ciwanekî canê xwe jidest da
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê bombeyeke li tenişt riya Basûtê hatibû vedan teqiya û di encamê bi ciwanekî Kurd canê xwe jidest da.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, îro li ser riya di navbera gundê Kurzêl û Basûtê de bombeyeke vedayî teqiya û ciwanê 16 salî Nîhad Hemo canê xwe jidest da.
Amaje bi wê yekê kir, piştî teqînê bombeyeke din a vedayî li nêzîkî wê cihê teqînê hate dîtin û niha tîmên endezyariyê mijûlê pûçkirina wê ne.
Piştî şerê 58 rojan, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar Efrîn di 18ê Adara 2018an de dagîr kirin, ji wê demê ve jî gelek bombeyên vedayî li ser rê û li nava zeviyan bi welatiyên Efrînê de teqiyane û canê xwe ji dest dane û birîndar bûne. Ta niha nayê zanîn kîjan aliyê ew bombe vedane.
S. B