Efrîn.. Çekdaran ji bêhtirî salekê ve dêyek û 2 zarokên wê revandine

Li Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, jineke Kurd û 2 zarokên wê ji salek û 4 mehan ve revandine û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin, jineke Kurd û 2 zarokên wê ji salek û 4 mehan ve revandine û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar ya bi navê “Lîwa 213” û bi hevrêzî ligel grûpa El Hemzat jineke Kurd a ji gundê Kefir Sefrê Estirvan Es'ed Ebdo ligl 2 zarokên wê Ercan û Hesen ji roja 20. 05. 2018an ve li ser riya Cindirês – Efrînê revandine û ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Wê rêxistinê da zanîn, di vê heyama salek û 4 mehan de berpirsê di grûpa El Hemzat de Ebo Ebid El Boşî 2 caran pêwendî bi malbata Estirvanê re kir, lê cihê girtina wê ji wan re diyar nekir.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn jî, pêştir jî grûpên çekdar hevjînê Estirvanê Mihemed Hesen Hesen ê ji gundê Miskê 2 rojan revandibûn û herwiha bavê Estirvanê jî 2 mehan revandibûn û di bin eşkenceyê de lingê wî şikandibûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18 Adara 2018an ve û li gor zanyariyên rêxistinên mafên mirovan bêhtir ji 2 hezar welatiyên Efrînê hatine revandin û ta niha zêdetir ji hezar kesî hîna revandî ne.

S. B