Brîtanya bi raspardina Mesrûr Barzanî bo pêkanîna hikûmetê xweşhal e

Wezîrekî dewletê yê Brîtanyayê radigihîne, Brîtanya bi Herêma Kurdistana Iraqê ya ewle û xweşguzar pabend e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrekî dewletê yê Brîtanyayê radigihîne, Brîtanya bi Herêma Kurdistana Iraqê ya ewle û xweşguzar pabend e.

Wezîrê Dewletê yê Hikûmeta Brîtanyayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê Andrew Murrison derbarê sûndxwarina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê û raspardina Mesrûr Barzanî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.

Andrew Murrison li twittera xwe nivîsî: “Brîtanya bi Herêma Kurdistana Iraqê ya ewle û xweşguzar pabend e.”

Dibêje: “Xweşhal im bi axaftina bi Serokê nû ya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re û xweşhal im bi hilbijartina Mesrûr Barzanî wek Serokê Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê.”

Ew wezîrê Brîtanî amaje bi wê jî dike, “Hêvîdar in bi hev re kar bikin, ji bo azadiya olî û zêdekirina hejmara jinan di hikûmeta nû de.”

 

S. B