Li Qamişlo teqînekê rû da
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bajarê Qamişlo teqînekê rû da û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, teqînek bi riya otombîleke bombekirî li folkeya Sonî ya Qamişlo li nêzîkî navendeke Asayişê rû da.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di teqînê de 4 kes birîndar bûne û ziyanên madî yên mezin bûne.
Hêzên Ewlehiya Navxweyî û ambulans gihîştin cihê teqînê.
S. B