Kiçeke Êzdî li kempa Awareyan pertûkxanekê vedike
K24- Şengar
Emîre Şengarî, kiçeke Êzdîye, pertûkxaneyeke giştî di nav kempa Bêrsivê de li sinûrê Zaxo vekirîye.
Emîre şîyaye 2400 pertûkan bo wê pertûkxaneyê dabîn bike û bixe ber destên xwîndevanan.
Wek Emîre dibîje: Armanc ji duristkirina wê pertûkxaneyê ewe xelkên kempê pal bide daku vexwînin.