Amerîka û 21 welatên Ewropa gefa sepandina sizayan li grûpên çekdar dixwin

21 welatên Ewropayê û Amerîka hemû cureyên alîkariyan ji grûpên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê dikin û Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê re rawestandin û gefa sepandina sizayan li wan grûpan xwarine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderên taybet ji kenala “Sûriye” re ragihandin, piştî operasyona Tirkiyê li bakurê Sûriyê, welatên Ewropayî ligel Amerîka biyar dane piştevaniya xwe ji opozîsyona Sûriyê vekişînin. Ji ber ku ew welat dibînin ku Îtîlaf û çekdarên “Artêşa Niştiman” beşdarî wê operasyona neyasayî bûne û grûpên çekdaran binpêkirinên mirovî kirine.

Wan jêderan destnîşan kirin, Amerîka di gefên xwe ji Îtîlafî re, pişt bi daxuyaniya Îtîlafê ve girê da, ku Amerîka dibîne, daxuyaniya Îtîlafê piştevaniyê li şerê li dijî Amerîka dike.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi Îtîlata Opozîsyona Sûriyê ve, ji roja 9ê Cotmehê ve dest bi êrîşa ser Rojavayê Kurdisyanê kirine û di encamê de gelek welatiyên sivîl şehîd bûne û bi sedhezaran kes jî koçber bûne. Herwiha grûpên çekdaran jî welatiyên sivîl bi gulebarankirina rasterast kuştine.

S. B