Wezareta Şehîdan beşdarî vekirina gora bikomî dibe

Bi armanca beşdariya di vekirina gorên bikomî yên proseya Enfalê li parêzgeha Mosena ya li başûrê Iraqê de, îro şandeke Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan serdana Bexdayê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi armanca beşdariya di vekirina gorên bikomî yên proseya Enfalê li parêzgeha Mosena ya li başûrê Iraqê de, îro şandeke Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan serdana Bexdayê dike.

Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan ê Herêma Kurdisatanê Mehmûd Hacî Salih ji K24ê re ragihand, piştî ku roja 12ê vê mehê goreke bikomî li parêzgeha Mosena hat dîtin, îro şandeke wezaretê çû Bexdayê ji bo beşdariyê di proseya vekirina gora bikomî li Mosena de bike.

Got jî: “Hevahengiya me ya baş bi navbera hikûmeta Bexda re heye û di ergera her hebûna goreke bikomî de, ew me agahdar dikin.”

Roja 12ê Nîsanê bi riya komîteke lêgerîna li gorên bikomî yên Kurd ku ji hejmarek ji bîner û karmendên berê yên dezgehên ewlehiyê yên serdema rêjîma Beis pêk hatiye, goreke bikomî ya welatiyên Kurd li navçeya Şêxiye ya parêzgeha mosena li başûrê Iraqê hatibû dîtin.

 

S. B