Şandeke ENKSyê dê seredana Wezareta Derve ya Emerîkayê bike

Şandeke Encûmena Nîştîmanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) seredana Emerîkayê dike û pirsên Devera Aram û Komîteya Destûra Suriyê li gel Wezareta Derve ya Emerîkayê gengeşe dike.

K24- Hewlêr

Şandeke Encûmena Nîştîmanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) seredana Emerîkayê dike û pirsên Devera Aram û Komîteya Destûra Suriyê li gel Wezareta Derve ya Emerîkayê gengeşe dike.

Serokê Komîtya Peywendyên Derve ya Encûmena Nîştîmanîya Kurd li Suiyê, Kamîran Haco, ji Kurdistan 24 re got: Evê heftiyê şandeke wan seredana Emerîkayê dê bike û li avahîya Wezareta Derve ya Emerîkayê pirsên avakirina Devera Aram li bakûra Suriyê, Komîteya Destûra Suiyê, çalakkirina proseya siyasî li sûriyê û rewşa giştîya rojavayê Kurdistanê û Suiyê li gel berpirsên Wezareta derve ya Emerîkayê gengeşe dikin.

Berî dû rojan jî, şandeke ENKSyê li gel cêgrê wezîrê derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov li Mosko civyabû, û heman pris li gel wî jî gengeşe kiribûn.