Zivistan Vegeriya

Newroza îsal, li seranserê Kurdistanê di bin tavê û avheweyake germ de derbas bû. Newroz û behar rûyê xweyê germ nîşan da. Lê niha li gelek deverên bakurê Kurdistanê tevî hewaya sar berf dibare. Welatî dibêjin, bi pêleke berfbarînê ya neçaverêkirî re rûbirû mane. Li gelek deveran rê hatin girtin. Tê çaverêkirin barîna berfê berdewam bike û tê destnîşankirin germahî 7 pileyan zêdetir daketiye.

K24- Sêrt

Newroza îsal, li seranserê Kurdistanê di bin tavê û avheweyake germ de derbas bû. Newroz û behar rûyê xweyê germ nîşan da. Lê niha li gelek deverên bakurê Kurdistanê tevî hewaya sar berf dibare. Welatî dibêjin, bi pêleke berfbarînê ya neçaverêkirî re rûbirû mane. Li gelek deveran rê hatin girtin. Tê çaverêkirin barîna berfê berdewam bike û tê destnîşankirin germahî 7 pileyan zêdetir daketiye.

Piştî Newrozê, pêla serma seranserê Kurdistanê girtiye. Gelek bajarên Bakurê Kurdistanê careke din vegeriyan zivistanê.

Li bajarê Sêrtê ji êvarê ve barîna berfê berdewam dike. Jiber vê li devera navçeya Dihê rêya Şirnex û Sêrtê hat girtin û otombêl tê de man. Welatî bi derfetên xwe hewl didin rê vekin û xwe bigihînin navendên bajêr.

Li Xarpêtê jî, piştî tav û behara heftiyekê, berf û baranê destpê kir. gelek tax ji berfê sipî bûn û li gor agahiyan li deverên çiya bilindahiya berfê dehan santîman derbas kiriye.

Welatiyên Erdexanê jî dibêjin, berfeke neçaverêkirî bû û ditirsin serma zerer bide dar û zeviyan.

Welatîye dibêje:".. 24'ê meha adarê ye. Wek bajarên Rojavayê me hêvî dikir germ û tav hebe, me lê nêrî her der spî bûye. Li wan deveran 20 pile ser sifrê ye, em li vê derê di bin sifrê de berf paqij dikin.

Welatîyek din dibêje:"… Şeva bihurî ve berfê destpê kiriye, bê navber dibare. Niha li erdê herî kêm 15 santîm berf heye. Neçaverêkirî bû. Li Erdexanê careke din em vegeriyan zivistanê."

Ji şev a bihurî ve berfê destpêkirîye, bê navber dibare. Niha li erdê herî kêm 15 sentîmetir berf heye. Li Erdexan careka din em vegeryan zivistanê.

Li gor agahiyan, pêla berfbarînê li hin deverên bakurê Kurdistanê dê bandora xwe wenda bike, lê avhewa nêzîkî 7 pile daketiye.

Taybet li devera Serhedê barîna berfê digel hewayê sar dijwartir e. li navçeya Tercanê rêya Erzîncan û Ezriromê hat girtin. Otombêl canê asê mane.

Welatî dibêjin, bi berfa berê re, li hin deveran bilindahiya berfê nêzîkî çar metreyan e.

Pêla berfbarînê li deverên Erzirom, Agirî, Îdir û Erdexanê û Colemêrgê berdewam dike. Welatî dibêjin bi Newrozê re çaverêdikirin pêla germayê zêde bibe û bi sermayekê neçaverêkirî re rûbirû mane û ditirsin darên fêkiyan ku gul vekirine zerer bibînin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5473f88f-64e6-470e-9a41-d7407e4d45f3/032419FKM.ism/manifest