Bo amadekariyên “herêma ewle” şandeke Amerîkî gihîşt Rihayê

Di çarçoveya rêkeftina “herêma ewle” a di navbera Amerîka û Tirkiyê de û ji bo amadekariyan şandek ku ji 6 fermanderên leşkerî ên Amerîkî pêk tê gihişte bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya rêkeftina “herêma ewle” a di navbera Amerîka û Tirkiyê de û ji bo amadekariyan şandek ku ji 6 fermanderên leşkerî ên Amerîkî pêk tê gihişte bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê.

Li gorî rêkeftina 7ê Tebaxê ya di navbera Amerîka û Tirkiyê de ku dê ji bo “herêma ewle” navendek çavdêriyê were dirustkirin, Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de da zanîn, şandeke leşkerî ya Amerîkî ji 6 fermandaran pêk tê gihîştin Rihayê.

Li gor daxuyaniyê, ji bo avakirina Navenda Tevgera Hevbeş ku tê plankirin li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê bi Amerîkayê re were çêkirin, xebat destpê kirine.

Piştî ku şanda Amerîkî bi riya esmanî gihîştin bajarê Rihayê, bi otobusan çûn baregeha navenda çavdêriyê ya ku ji bo xebatê hatiye destnîşankirin.

Ji aliyê xwe ve jî medyaya Tirkiyê ragihand, ji bo amadekariyên herêmên ewle 90 leşkerên Amerîkî gihîştin bajarê Rihayê.

Roja 5-7 Tebaxê her du şandên bilind ên Tirkiye û Amerîkayê ji bo avakirina herêma li Rojavayê Kurdistanê, li Enqerê lihev civiyabûn û li ser hejmarek ji xalan lihev kiribûn.

 

S. B