Topbarana Tirkiye: Welatiyek û 3 leşkerên Sûriye brîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama topbarana Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad ji gundewarên bajarokê Şêrawa yê Efrînê, welatiyek û 3 leşkerên Sûriyê brîndar bûn.
Medya nêzîkî Partiya Yekîtiya Demokrat PYD belav kiriye, Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad ji gundê Kîmar ê navçeya Şêrawa, gundên din ên wê navçeyê topbaran kirin. Di encam de welatiya bi navê Henan Mistefa, û 3 leşkerên Artêşa Sûriyê brîndar bûn û ziyanek madî gihişt mal û otombêlên welatiyan.
Jêdera navborî belav jî kiriye, ew welatiya sivîl ji bo nexweşxaneya Efrîn a navçeya Fafîn ya devera Şehba hatiye veguhestin, û hîn jî, topbaran berdewam e.
Duhî Wezareta Berevanî ya Tirkiyê ragihandibû, ku hêzên YPG ji navçeyên hevsînorî yên Efrînê yên di bin kontrola wê de, bajarê Efrînê topbaran dike.
C.B