Îro salvegera berpabûna Şoreşa Îlonê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
58 sal bi ser serhildana Şoreşa Îlonê re derbas dibe. Dîroknivîs radigihînin, Şoreşa Îlonê ku bi rêbertiya serkirdeyê bizava rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê Mistefa Barzanî serî hildabû, bûye bingehek bo hizra netewî li Kurdistanê û di şoreşê de rola hejmarek kesayetiyan hebûye, ji wan rola bijîşkan e. Diktor Subhî Reşaveyî dibêje: Şoreşa Îlonê zanîngeha Kurdatiyê dana.
Li Îlona sala 1961an bi serokatiya Mistefa Barzanî şoreşa bizava rizgarîxwaza Kurdistanê berpa bû, ku bi şoreşa hizrî û avakirina hizra netewî tê binavkirin. Di nava şoreşê de gelek kesatî hebû ku roleke mezin girtin, ji wan jî diktorên şoreşê bûne. Diktor Subhî Reşaveyî dibêje: Şoreşa Îlonê zanîngeha Kurdatiyê dana.
Subhî Reşaveyî ku yek ji bijîşkên Şoreşa Gulanê bûye û pirtûkek li ser bijîşkên wê şoreşê nivîsiye, niha nijûlî nivîsandina pirtûka Şoreşa Îlonê ye. Subhî Reşaveyî diyar dike, yekem bijîşkê Şoreşa Îlonê Kirîstiyanî bûye û ev yek nîşana wê yekê dide, şoreş a Kurdistaniyan bû.
Bi durişma “Kurdistan Yan Neman” Şoreşa Îlonê bi serkirdatiya Mistefa Barzanî destpê kir û berhemên vê şoreşê heta niha gelê Kurdistanê pê şad e û rêkeftnameya xiyanetê a Cezaîrê jî bandor lê nekir û heta niha jî ala şoreşê bilind e û Kurdistan her ber bi bilindiyê ve diçe.