Topbarana Suriyê dibe sedema kuştina welatîyekî û birîndarbûna 4 kesên din
K24- Hewlêr
Ji encama topbaranên artêşa Sûryê li gundewarên Îdlibê 5 welatîyên sivîl bûne qurbanî
Rewangeha Suriyê ya Mafê mirovan belavkirîye, di çend demjimêrên burî de artêşa Suriyê bi 45 topan bajarokê Kifruma û Kifir Nibil li başura gondewarê Îdlibê kirîne Armanc. Di encamê de welatîyeke sivîl hate kuştin û 4 kesên din jî brîndarbûn.
Rewangehê eşkere kir ku ev sê roj in firokeyên şer yên rûsîyê careka din ji dema raghandna agirbestê ve dest bi êrîşên xwe kirîne bo ser başura Heleb û gundewarê Hema û Îdlibê.
Di 31 meha Tebaxê de artêşa Suriyê agirbesteke yekalî bo rawestandina şer li bakûra rojavaya Suriyê ragehand, lê tenê ew agirbest bo 10 rojan berdewam kir.