Bayên sar di pêwendiyên Waşington û Enqere de rû didin

Li Amerîkayê keşûhewayek xirab li dijî Tirkiyê heye û rojane gef li wê tê xwarin û biryar tên girtin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Amerîkayê keşûhewayek xirab li dijî Tirkiyê heye û rojane gef li wê tê xwarin û biryar tên girtin.

Ji pesendkirina  projeyasaya cezakirina Tirkiye ya ji aliyê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya Senatoya Amerîkayê ve, hê 24 seet derbas nebûbû, dijî Tirkiyê birayek din  hate dayîn.

Senatoya Amerîkayê projeyasa ko banga naskirina Jenosîda Ermeniyan dike, pesend kir. Senatorê Demokratan Bob Menendez ê ko dijî Tirkiye helwesta wî tûnd e, ji keyfxweşiyê giriya. Menendez diyar kir, ko biryara Senatoyê aliyê rast ê dîrokê nîşan dide.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pashinyan jî, keyfxweş e û spasiya Kongreya Amerîkayê dike. Li gor Paşînyan biryara Senatoyê ji bo rêlibergirtina jenosîdan, gavek wêrek e û serkeftina dadperwerî û rastiyê ye.

Lê Enqere tûre ye û liser hev daxuyaniyên nerazîbûnê belav dike.  Wezîrê Derve yê Tirkiye Mewlût Çavuşoglu dibêje, biryar siyasî ye, ne hikuqî ye.

Serokê Ragihandina  Serokomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun jî, di wê baweriyê de ye ko biryar dê ziyanên demdirêj bide pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê. Amerîka ji operasyona wan a dijî rojavayê Kurdistanê dilgiran e, lê ew dest ji ewlekariya xwe ya netewî bernadin.

Civata Nûnerên Amerîkayê di 29ê Çiriya Pêşînê de projeyasayê pesend kiribû û biryar bû li Senatoyê bihata dengdan. Lê piştî serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bo Amerîkayê, Koşka Spî dengdana Senatoyê asteng kiribû.

Di sala 1915an de, ji milyonek zêdetir Ermenî ji aliyê desthiltdariya wê demê ya Tirkan ve hatibûn kuştin.

 

 

 

C.B