Parlementerê Almanya: Nabe xwesta gelê Kurd piştguh bê xistin

Mark Hauptman di ragihandinekê de, rexne li siyaseta Almanya beramber Kurdan girt û bersiva Şêwirmenda Almanyayê Angêla Mêrkel da,..

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlamentarek Almanya bersiva dijayetîkirina Merkel, ji bo dirustbûna dewleta Kurdistanê dide.

Mark Hauptman di ragihandinekê de, rexne li siyaseta Almanya beramber Kurdan girt û bersiva Şêwirmenda Almanyayê Angêla Mêrkel da, ku dijayetiya xwe bo dirustbûna dewleta Kurdistanê ragihandibû.

Mark Hauptman, ku ser bi Partiya Krîstiyan Demokrat CDU a desthilatdar e ragihand, dema ku dibe behsa mafê çarenivîsa gelan, Almanya hinek caran siyasetek du rû peyrew dike. Di doza Kosovo de digel bû, lê bo Kurdan li dij e. Rastî ew e, ku Iraq xwedî temenek dîrokî û neteweyî nîn e, lê welatek dirust kiriye. Lewma, nabe xwesta mezin a xelkê bakûrê Iraqê, ji bo damezrandina dewleta Kurdî were piştguh xistin.

Hauptman got jî, Kurd hevbeşek giring li navçeyê ne, û rewşa asayişê li herêma Kurdistanê ji navçeyên din ên Iraqê gelek baştir e. Pêwîstiya Almanya û Ewrûpa bi Kurdan li navçeyê heye, ne dujminkarên wekî Îranê.

Eşkere jî kir,  PKK li Almanya partiyek  qedexekirî ye û divê ew yek zelal bibe, ku dewleta Kurdî liser axa Tirkiyê dirust nabe, lê belê tenê, dê li bakûrê Iraqê be û çêdibe jî, li rojhilata Sûriyê. Pêwîst e dewleta Kurdî, liser heman awayên dirustbûna dewleta Israîlê,  were damezrandin. Bibe cihek aram û xal a lihevkombûna hemû Kurdên li cîhanê dijîn.

 

 

C.B