Bo ragirtina bi Erebkirinê, daxwaza Helwêstê dikin ji nwênerên Kurd

Deverên Kurdistanî yên li derveyê rêveberîya Herêmê, nemaze Kerkûk û derdorê wê daxwaz ji nwênerên Kurd dikin helwêstê wergirin û li beranber hilemta bi erebkirinê biwestin ewa ji alîyê parêzgarê sepandîyê Kerkûkê û Heşda Şeibî dihê kirin.

K24- Hewlêr

Perlemantarekê gera berê yê perlemana Îraqê bi pêdivî zanî, serokê komamra Îraqê li beranber evê bi erebkirinê û pêşêlkarîyên destûrê bêdeng nebe û nameya nerazîbûnê arasteyê Perlemana Îraqê bikin.

Emîn Bekir, endamê gera berê yê perlemana Îraqê bi Kurdistan24 re ragehand: Erkê Serok komarîye destûrê biparêze, çunku dagîrkirina wan zevîyan ne destûrîne û ew kesên ku dagîr dikin berê hatibûn qerebûkirin.

Endameka dî ya berê ya perlemana Îraqê, Eşwaq Caf dibêje: Divê nwênerên Kurd li Dadgeha Fidralî sikalayê tomar bikin çunku guhertina dîmografiyayê dijî binemayên destûra Îraqêye.