Ji bo kirîna S-400 Almanya jî hişyarî da Tirkiyê

Hikûmeta Almanyayê hişyarî dide Tirkiyê û got, divê Tirkiye pêdeçûnê li ser biryara xwe ya kirîna mûşekên S-400 bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Almanyayê hişyarî dide Tirkiyê û got, divê Tirkiye pêdeçûnê li ser biryara xwe ya kirîna mûşekên S-400 bike.

Cigîra Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Ulrike Demmer ragihand; divê Tirkiye endambûna xwe ya NATOyê bigre ber çavan û pêdeçûnekê derbarê kirîna mûşekên S-400 ên Rûsî de bike.

Demmer dibêje, Peymana S-400an a Tirkiye û Rûsyayê di nava NATOyê de jî bi germî tê gengeşekirin. Ger Tirkiye çekên Rûsyayê bikire, dê ji aliyê Amerîkayê ve were cezakirin. Ev ne di berjewendiya NATO û ne jî di berjewendiya Tirkiyê de ye.

Duh Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu ragihandibû, encama wê çi dibe bila bibe, Tirkiye dest ji kirîna sîstema berevaniyê ya Rûsî S-400 bernade.

 

S. B