Hemîn Hewramî kandîdê PDK ji bo Cîgirê Yekem ê Serokê/a Parlementoyê ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrat a Kurdistanê, Hêmin Hewramî ji bo Cîgirê Yekem ê Serokê Parlemana Kurdistanê namzet dike.
Biryare roja Pêncşemiyê, Serokê demkî yê Parleman, digel fraksiyonên Parleman ji bo danîna bernameya karê civîna 18ê Sibatê bicive, ku biryar e tê de Desteya Serokatiya Parleman bê hilbijartin.
Ligor zanyariyên Nûçegîhanê Kurdistan24, di civîna roja Pêncşemiyê de, dê amadekarî ji bo danîna karnameya civîna roja 18ê Sibatê werin kirin.
Ligor zanyariyên Kurdistan24, ji aliyê Partî ve, Hêmin Hewramî ji bo postê Cîgirê Yekem ê Serokê Parlemana Kurdistanê hatiye destnîşan kirin, û di civîna 18ê Sibatê de, dê bi fermî bê namzet kirin.
Biryare roja 18ê Sibatê, Parlemana Kurdistanê ji bo hilbijartina Desteya Serokatiya xwe bicive.
C.B