Li Şemzînanê teqîn rûda 2 kes bûne qurbanî
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê teqînekê rû da. Li gor agahiyên destpêkê kesekî canê xwe jidest daye û kesekî din jî birîndar bûye.
Li Şemzînanê, du otombelên sivîl ku bi armanca wergirtina serbazan, diçûn baregeha serbazî û bi rê ve pê li mayînê kirin.
Di encamê teqînê de, ajokarê otombêlekê canê xwe ji dest da û yê din jî bi giranî birîndar bû. Kesê birîndar jî bo nexweşxaneyê hatiye veguhestin.
S. B