Daxwaza rakirina parêzbendiya 20 parlementerên HDPê tê kirin

Dadgehên Tirkiyê daxwaza rakirina parêzbendiya 20 parlementerên HDPê dike ku di nava wan de Leyla Guven jî heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgehên Tirkiyê daxwaza rakirina parêzbendiya 20 parlementerên HDPê dike ku di nava wan de Leyla Guven jî heye.

Dadgehên Tirkiyê 33 gilîname ji Serokatiya Parlementoya Tirkiyê re birê kirin û daxwaza rakirina parezbendiya 20 parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir.

Hat zanîn di nava wan de Parlementera Colemêrgê Leyla Gûven ya 189 roj in ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalanî girêva birçîbûnê dike jî heye.

Dadgeh herwiha dawxaza rakirin parêzbendiya hevserokên HDPê jî dikin û li dijî Perwîn Buldanê 3, li dijî Sezaî Temellî jî 1 gilî hatine amadekirin.

 

S. B