Wezîrê Derve yê Fransa gihêşte Hewlêrê

Piştî serdana xwe ji bo Bexdayê Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian gihişte Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî serdana xwe ji bo Bexdayê Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian gihişte Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Derve yê Fransa di serdana xwe ya ji Herêma Kurdistanê re, biryar e ligel berpirsên pilebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive.

Îro danê sibê Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian gihişte Bexdayê û ligel hejmarek ji berpirsên pilebilind ên Iraqê civiya.

Le Drian di dema civîna xwe de li gel hevpostê xwe yê Iraqî Îbrahîm Caferî de ragihand: "Mebesta serdana min gotûbêjkirina rewşa Iraqê ye piştî nemana DAIŞê û piroseya avakirina Iraqê ye, ku bi sedema şerê DAIŞê ziyaneke mezin li vî welatî bûye".

Serdana Wezîrê Derve yê Fransa ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, piştî rojekê ji serdana Wezîra Bergîriyê yê Almanya Ursula Von Der Leyen ji bo Herêma Kurdistanê tê.