Karvedanên siyaseta derve ya Tirkıyê li ser pêşhatên navxweyî

Li parlamena Tirkiyeyê serokên partiyên siyasî di komên xwe yên parlamenê de axivîn. Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê serdana xwe ya Emerîkayê de zanyarî dan parlamentoyê. Erdogan di axaftina xwe de dîsa rexne li CHPê girtin. Erdogan got: "Mixabin ev CHP nikarê bibêje terorîstan, terorîst. Gelo we bihîstiye ku CHPê gotiye HDPê, PKKê û PYDê terorîste? Opozîsyonê jî bertekên tund nîşanî axaftina Erdogan dan.

K24- Enqere

Polîtîkaya Tirkiyê ya ku derve dimeşîne her di rojeva serokên partiyên siyasî yên Tirkiyê de weke mijara sereke cîh digre. Serokên partiyên siyasî di axaftinên xwe yên komcivînên partiyên xwe yên parlementoya Tirkiyê de li ser politikaya derve hev du sucdar kirin. Serokkomarê Tirkiyê û di heman demê de serokê giştî yê Ak Partiyê Recep Tayîp Erdogan di axaftina komcivîna partiya xwe de zêdetir li ser serokê giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu axaft. Erdogan got Kilicdaroglu yê ku dibêje Artêşa Netevî ya Sûriyê terorîst hij ji terorîstan re negotiye terorîst.

Recep Tayyip Erdoğan (serokkomar û serokê giştî yê AKPê) got: "Ev CHP mixabin hêj ji terorîstan re ne gotiye terorîst. We qet dîtiye ku CHPê ji PKKê, HDPê, PYDê û YPGê re gotiye terorîst? Nikare bibêje, çima? Ji ber ku hevkarin û bi hev re tev digerin"

Serokê giştî yê CHPê Kemal kilicdaroglu jî di komcivîna partiya xwe de bersivA Erdogan da û gotinên Trump yên ku gotibû em bi PYD û YPGê re dixebitin anî rojevê. Kiliçdaroglu got Erdogan bi tu awayî nikariye bersiva Trump bide li ser vê mijarê. Herwiha Kilicdaroglu careke din nameya Trump bibîr anî û îdîa kir ku Erdogan şan û şerefa Tirkiyê neparastiye.

Kemal Kiliçdaroğlu (serokê giştî yê CHPê), got: "Ev diçe zora min. Di qada siyasî de hevrikê min e lê belê li ser qoltixa herî bi şeraf ya dewleta komara Tirkiyê rûdinê. Çû Amerîkayê çi bi dest xist? Bazariya S-400 an kir, qey tu ji bo vê bazariyê çûbû? Dibêje ku min name radestî Trump kiriye. Qedrê xwe dişkîne û xwe weke serokkomarekî nabîne. Weke cîgirê serokkomar tevdigere."

Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî di komcivîna partiya xwe ya ku tenê jin beşdar bûn de axaft û rexneyên xwe bo AKPê li ser budceyê kirin. Buldan got budceya ku bi destê akpê tê çêkirin budceya şer e.