Alîyên sîyasî pirsa bierebkirinê digehînin Neteweyêm Hevgirtî

Alîyên sîyasî daxwaza ragirtina bierebkirina deverên Kurdistanî dikin û biryare di heftîta dahatî de yadaşetekê bidin her yek ji hikumeta Îraqê, hikumeta Herêma Kurdistanê, nwêner û kunsilên welatn û Netewyên Hevgirtî li Herêma Kurdistanê. Dibîjin jî eger hikumeta Îraqê daxwazîyên me bicih nehîne, xwenîşandanê dikîn li pêş perleman û baregeha Neteweyên Hevgirtî li Hewlêrê.

K24- Hewlêr

Bo evê mebestê jî, 12 partîyên Kurdistanî li Herêma Kurdistanê bo rêgirtinê ji bierebkirinadeverên Kurdistanî yên derve rêveberîya Herêmê û arîşeyên cotkaran û şewitandian dexl û danên wan li bajarê Hewlêr qewişîn.

Li ser evê mijarê Kurdo Salih, Nwênerê partîyên pişikdar  di qewşînê de ragehand: yadaşteka hevpişk amadekirine û têde daxwaz dikin cotkar bihên qerebûkirin, piroseya bierebkirinê bihê ragirtin û daxwaz ji hikumeta Îraqê jî dikin metirsîyên serhildan Daişê bi giring wergirin.

Biryare di heftîya dahatî jî de evê yadaştê bi sê zimanan binivîsin û radestî her yek ji hikumeta HERêMA Kurdistanê, Îraqê, Netewyên Hevgirtî, kunsil û nwênerên welatan, perlemana Kurdistanê û Îraqê bikin.

Her li ser evê pirsê Ehemd Şêrwanî, endamê Mekteba Sîyasîya Hizba komenîst dibêje:  Eger bersiva  yadaştê nehat dan, me biryar daye, wê demê xwe nîşandaneka berfireh encam bidîn û nerazîbûna xwe biîn ber derê perleman û baregeha neteweyên Hevgirtî.

Piştî bûyerên 16yê Oktoberê, bierebkirin  bi qonaxên cûda  li deverên Kurdisatnî dest pê kirîye. Ev pêngav jî bi piştîvanîya hinek hêzên Îraqîye. Hinek sîyasetvan jî dibêjin, bi egera nebûna yekrêzîyê di navbera alîyên Kurdistanî de bi erebkirin her dihê û berfireh dibe.