40 partiyên Misrê daxwaza dadgehkirina Erdogan dikin

40 partiyên siyasî yên Misrî daxwaz kirin, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bê dadgehkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

40 partiyên siyasî yên Misrî daxwaz kirin, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan bê dadgehkirin.

Hevbendiya Partiyên Misrê ku 40 partiyên siyasî li xwe digire di daxuyaniyekê de ragihand, “Erdogan hemû hêlên sor derbas kirine.”

Rojnameya “Ahram” a Misrî ya fermî belav kir, wan partiyan Serokomarê Tirkiyê bi “dictator” binav kirine, ji ber ku piştevaniyê li grûpên terorist dike û çekdarên DAIŞê û tendamên grûpa Îxwan Mislimîn a terorist li welatê xwe hewandine.

Di daxxuyaniya wan 40 partiyên siyasî de hat, daxuyaniyên Erdogan derbarê mirina Mehemd Mursî de, berdewamiya destêwerdana di karûbarên Misrê de ye û ev yek nayê pejirandin.

Herwiha Hevbendiya Partiyên Misrê bi riya komîteyên xwe yên yasayî re daxwaza kir, Serokomarê Tirkiyê Erdogan li Dadgeha Tawanên Navdewletî bê dadgehkirin.

Ev nerazîbûna partiyên siyasî yên Misrî piştî wê yekê tê, piştî mirina serokê berê yê Misrê Mihemed Mursî di zîndanê de, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, Mihemed Mursî bi “Şehîd” binav kir û êrîşî Serokomarê Misrê Ebdilfetah El Sîsî kir.

 

S. B