Divê ji bo rojnamegerên hatine kuştin komisyona navdewletî bê damezrandin

Li ser kuştina rojnamegerên li Tirkiye û cîhanê li bajarê Stenbolê panelek birêve çû. Di panela ku bi beşdariya malbatên rojnamegrên hatine kuştin çû serî û doza edaletê hate kirin û hate xwestin û komîsyoneke navdewletî bê damezrandin.

K24- Stenbol

Li ser kuştina rojnamegerên li Tirkiye û cîhanê li bajarê Stenbolê panelek birêve çû. Di panela ku bi beşdariya malbatên rojnamegrên hatine kuştin çû serî û doza edaletê hate kirin û hate xwestin û komîsyoneke navdewletî bê damezrandin.

Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê bi sernavê "Failên Nediyar: Têkoşîna Li Dij Bêsizaya Kuştina Rojnamgeran" paneklek dirûst kir. Moderatoriya Panelê jî ji aliyê aktîvîsta mafên mirovan Eren Keskîn ve hate kirin. Di panela ku li Salona Havak ya Avahiya Anarad Hixutyun de li Şîşliya Stenbolê pêk hat, mijarên xelatkirina bêsizabûna kujerên rojnamegeran, nêzîktêdayîna malbatên rojnamegran ya li hember edaletê û gelek mijarên din hatin guftûgokirin. Keça Weşanger Îlhan Erdostê ku di 7ê Sermewaza 1980an de li girtîgeha Mamakê hate kuştin Alaz Erdost dibêje; bi tenê tomareke dengê bavê min heye, min ew ji wî dengî nas kiriye. Serpêhatiyeke min ya bi bavê min re nîn e ku ez behsê bikim. Ev 30 sal zêdetirin em li edaletê digerin, lê hemû derî li rûyê me tên girtin. Em ê tû carî dev jê bernedin.

Alaz Erdost (keça İlhan Erdost) got:"Di sala 1980an de bavê min li wesayîta leşkerî de li ber çavê birayên xwe hate kuştin. Piştî 30 salan me bi zorê encax karî dozekê vekin lê ew doz jî di sala 2016an hate betalkirin. Îcar hûn hesap bikin li Tirkiyê edalet û hiqûq li kû derê ye."

Biraziyê Hafiz Akdemir, rojnamegerê Kurd ku hate kuştin jî ragihand, ew tenê şahidê bûyera kuştina Hafiz e, lê tû dadgehan heta niha lê guhdarî nekiriye. Hemû çîrokên kuştina rojnamegran ên li cîhanê dişibin hev. Kujer tên girt,n pişre jî tên azadkirin. Gelo kî destê xwe dide pişta kujeran? Divê ew eşkere bbibin. Tû baweriya me bi edaleta Tirkiyê nemaye.

Veysî Polat (biraziyê Hafiz Akdemîr rojnamegerê Kurd ku hatiye kuşitn), dibêje:"Rojnamegrên wek Hafiz Akdemîr gomlekên ji êgir li xwe kiribûn. Dewletê tû carî nexwest ku failên wî bêne dîtin. Em paşî pê hisiyan ku kujerê Hafiz 7 kesên din jî kuştine. 10 salan tenê di girtîgehê de ma û niha jî serbest e û di nava me de digere."

Keça Uğur Mumcuyê ku di 24ê Rêbendana 1993an de li ber mala wî wesayîta wî hate teqandin û canê xwe ji dest da Ozge Mumcu Aybers jî dibêje; ji Maltayê heta Sirbistanê û çîroka kuştina rojnamegerên Kurd heta yê bavê wê gelek taybetmendiyên hevpar hene li rihê serdemên siyasî yên wan deamn. Di hemûyan dewlet naxwaze failên wan rojnamegeran eşkere bibin û pêşiya têkoşîna edaletê ya mabatan digirin.

Ozge Mumcu (keça rojnamegrê hatiye kuştin Uğur Mumcu) got:"Li Tirkiyê ji salên 1949an heta roja îro kuştina rojnamegran bi dawî nehatiye. Zordestiya li dijî rojnamegran jî li Tirkiye û cîhanê her berdewam dike. Dema ku em ji sala 2019an ve li paşerojê temaşe bikin, dibînin ku esas di sedemên bingeha hemû rojnamegrên hatine kuştin de bîrdoza desthilata niha heye."

Di dawiya panelê de li ser navê rojnameger Slvako Curuvija ku li Sirbîstanê hate kuştin hevpîşeyê wî Serokê Komîsyona Kuştina Rojnamegerên Faîlên Nediyar Veran Matic jî diyar kir, divê ji bo diyarkirina failên wan rojnamegerên hatine kuştin komîsyonên navdewletî bên damezrandin û li hemû cîhanê digel hev di nava pêywendiyê de bin, da ku ew karibin wê perdeya reş ya li ser rastî û hqîqetan rakin.