Lavrov û Natinyaho rêkkevtin li ser berfirehkirina giftûgoyên serbazî derbarê Suriya

Weîzrê derveyê Rûsyayê û serok wezîrên Îsrayîlê rêkkevtin li ser berfirehkirina gotûbêjên serbazî derbarê pirsa Suriya .

K24- Hewlêr

Weîzrê derveyê Rûsyayê û serok wezîrên Îsrayîlê rêkkevtin li ser berfirehkirina gotûbêjên serbazî derbarê pirsa Suriya.

Sêrgî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsyayê ragehand, Em li gel Binyamîn Natinyaho,  serok wezîerên Îsrayîlê rêkkevtîne li ser berfirehkirin û zêdkirina giftûgoyên serbazî derbarê Suriyayê.

Piştî kombûna wî li gel serok wezîrên Îsrayîlê li bajarê Sûçî di kongireyeke rojnamevanî de ku li kenalê RD hat weşandin, Lavrov got: Di kombûna xwe de li gel Natinyaho y, min tekez li ser rêzgirtinê li ser serwerîya axa Suriyayê kir.

Amaje bi wê yekê jî kirk u di kombûnê de me tekez kir li ser vegeran xelkê Suriyayê bo jîyana aştîyane xwe û got jî: Li gel Natinyaho y me behsa encamên nerênîyên sizayên Emerîka û Ewrûpayê kir bo ser hikumeta Dîmeşqê û derbarê evê pirsê jî li gel hevpişkên me yên Îsrayîlî gehiştîn ji hev têgehêtinê.

Derbarê helwêst û kavedanê Natinyaho y bo ewê pirsê, Lavrovî ti zanyarîyek aşkera nekir, tenê got wan tekez kirîne li ser berfirehkirin û zêdekirinan gotûbêjên serbazî derbarê Suriyayê.