DAIŞ dikare wekî nifşa nû ya El Qaîde xwe birêxistin bike

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Iraqê û Rêberê Grûba Ata Falih Feyyad diyar dike, ku endamên DAIŞê wekî nifşê nû yê El Qaide dikarin ji nû xwe bi rêxistin bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Iraqê û Rêberê Grûba Ata Falih Feyyad diyar dike, ku endamên DAIŞê wekî nifşê nû yê El Qaide dikarin ji nû xwe bi rêxistin bikin.

Feyyad ji kovara Almanî Der Spiegel re anî ziman: “Em dilgirin in, ku endamên DAIŞê wekî nifşê nû yê El Qaîde dikarin xwe bi rêxistin bikin. Ligor hin agahdariyên me, tevgerek binerdî / veşartî tê rêkxistin. Ev yek dê ji tevayiya cîhanê re, herweha Almanya re bibe metirsiyek”.

Falih Feyyad got, ku hîn jî,  serkeftina tevayî hemberê DAIŞ nikare bê ragihandin. DAIŞ hatiye lawazkirin, derb xwariye, lê serkeftina dawî ya qedandina DAIŞ bidest neketiye”.

 

 

 

C.B