Karayilan: Li Tirkiye rêya siyasetê ji Kurdan re tê girtin

Murat Karayilan radighîne: Li Tirkiyê rêya siyasetê ji Kurdan re hatiye girtin û bi hilbijartinan çi encamek nayê bidestxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Murat Karayilan radighîne: Li Tirkiyê rêya siyasetê ji Kurdan re hatiye girtin û  bi hilbijartinan çi encamek nayê bidestxistin.

Endamê Desteya Rêvebir ê PKKyê Murat Karayilan ji ajanseke nêzikê PKKyê re axifî û da zanîn, ko li Tirkiyê rêya siyasetê ji Kurdan re hatiye girtin. Ji xeynî rêya PKKyê çi rêyeke din niye.

Siyaseta yasayî her çend pêwîst be jî, divê mirov hêviya xwe bi wê û hilbijartinan girê ne de. Li Tirkiye yasa û dadperwerî nema ye. Bi rêya siyaseta yasayî û hilbijartinan jî, çi encamek nayê bidestxistin.

 

 

C.B