Çavuşoglu: Em ligor ferman û gefên Amerika tevnagerin

Hikûmeta Tirkiyê radighîne: Amerîka çi gef bixwe bila bixwe, wan mûşekên S400 kirîn e...

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê radighîne: Amerîka çi gef bixwe bila bixwe, wan mûşekên S400 kirîn e.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu dibêje, di dawiya vê mehê de li Osakayê Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dê hev bibîn in û liser meseleyên wekî S400, balafirên F 35 û pirsa Suriyê gengeşe bikin. Wezîrê Derve yê Tirkiyê tekez dike, ko wan S400an kirîn e û li gor ferman û gefên Amerîkayê tevnagerin.

Çavuşoglu got: “Tirkiye welatek azad û serbixwe ye û bi ferman û daxwazên Amerîkayê an jî, welatekî din tevnegere. Amerîka çi gef bixwe bila bixwe û çi bibêje bila bibêje. Me mûşekên S400 kiriye û niha em dema radestgirtinê diaxifin. Bi ti awayî em dest ji kirîna S400an venagerin. Pêwîst e, em di zûtirîn dem de bibin xwedî sîstemên bereveniya asimanî”. 

 

 

C.B