Şingal û Deşta Neynewa bûne leşkergeh

Her sê qeymeqamên Şingal, Hemdaniye û Tilkêfê bi riya K24ê re daxwaz dikin mîlîşya ji navçeyên wan derkevin, ta welatî hest bi ewlehî û aramiyê bikin û careke din ber bi Herêma Kurdistanê ve koçber nebin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Her sê qeymeqamên Şingal, Hemdaniye û Tilkêfê bi riya K24ê re daxwaz dikin mîlîşya ji navçeyên wan derkevin, ta welatî hest bi ewlehî û aramiyê bikin û careke din ber bi Herêma Kurdistanê ve koçber nebin.

Li navçeya Hemdaniyê ya Deşta Neynewa aleyên hêzên cuda yên Heşda Şeibî li her derekê hatine bilindkirin, bi awayekî ku bi xeyala kesî naçe piraniya rûniştvanên vê navçeyê Xiristiyanî bûn. Qeymeqamê wê navçeyê dibêje, xelkê vegeriye navçê hest bi aramiyê nake û hişyariyê dide ku heger rewş wiha berdewam bike, careke din xelkê dê koçber bibe.

Qeymeqamê Hemdaniyê Îsam Behnam ji K24ê re got: “Xirapiya xizmetguzariyan bi taybet nebûna av, elektirîk û derfetên kar bûne sedem ku careke din welatî ber bi Herêma Kurdistanê ve koçber bibin. Berê xelkê navçê karên bazirganî û çandiniyê dikirin, lê niha ew jî nemaye. Welatî hest bi aramiyê nakin, ji ber ku navçe bûye leşkergeheke mezin hejmarek mezin hêzên cuda tê de hene.”

Azara Xiristiyaniyên Deşta Neynewayê ne tenê nebûna aramiyê ye, li Tilkêfê jî ji ber nebûna xizmetguzariyê û derfetên kar, piraniya xortan bi neçarî dibin çekdarên wan mîlîşyayan.

Qeymeqamê Tilkêfê Basim Belo ji K24ê re got: “Xelkê venagerin navçê, ji ber ku bajarokê me bûye leşkergeheke mezin û hejmarek mezin xalên pişknînê li nava bajêr in û xelk hest bi aramiyê nake, ji ber ku rojane hêzên çekdar tevdigerin. Ji aliyekî din ve, dadgeha terorê li bajêr e û rojane terorist bo dadgehên tên birin û hêzên mezin pê re tên nava bajêr.”

Her di wê çarçova wê pirsê de, Qeymeqamê Şingalê Miheme Xelîl dibêje: “Karesata xelkê Şingal û Êzidiyan berdewam e, çi ji ber pirsên mirovî û çi ji ber rewşa ewlehiyê û xizmetguzariyê de û herwiha miletê Êzidî tê piştguhkirin, ji ber wê koçbereyeke berûvajî bo Herêma Kurdistanê çê bûye.”