Nirxandina komeleyên demokratik li ser rojevê

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser hevdîtina parêzerên Ocalan li gel wî didomin. Li gel ku careke din jî parêzerên Ocalan çûn girava Îmralîyê jî çend parlamenterên HDP û girtîyên sîyasî kudi greva birçîbûnê de ne dev ji greva birçîbûnê bernedane.Li alîyê din dayîkên kesên kudi greva birçîbûnê de ne li Enqereyê dest bi serdana sazî, komele û partîyên sîyasî kirin û daxwaz kirin ku ew piştgirî bidin daxwazên wan.

K24 -Ankara

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê nîqaşên li ser hevdîtina parêzerên Ocalan li gel wî didomin. Li gel ku careke din jî parêzerên Ocalan çûn girava Îmralîyê jî çend parlamenterên HDP û girtîyên sîyasî kudi greva birçîbûnê de ne dev ji greva birçîbûnê bernedane.Li alîyê din dayîkên kesên kudi greva birçîbûnê de ne li Enqereyê dest bi serdana sazî, komele û partîyên sîyasî kirin û daxwaz kirin ku ew piştgirî bidin daxwazên wan.

Piştî 8 salan cara ewil parêzêrên rêberê PKKê Evdilah Ocalan di 2'yê Gulanê de çûbûn girava Îmralîyê û li gel Ocalan hevdîtineke pêk anîbûn. Komîteya Ewropayê ya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê jî di 16ê Gulanê de bi Ocalan û Wezîrê Dadê yê Tirkîyeyê ra hevdîtineke pêk anîbûn û piştî vê hevdîtinê Wezîrê Dadê ragihandibû ku qedexeya hevdîtina li gel Ocalan hatîye rakirin. Li ser vê parêzerên Ocalan di 22'yê Gulanê de careke din çûn Îmraliyê, lê belê derbarê vê hevdîtinê de hêj daxuyanîyeke nehatîye dayîn.

Li alîyê din 3 hezarî zêdetir girtîyên sîyasî jî hêj dev ji greva birçîbûn û rojîya mirinê bernadene. Ji loma jî dayîkên kesên ku di greva birçîbûnê de ne ev demekî ye li Enqereyê li gel partîyên sîyasî, sazî û komeleyan ra hevdîtinan pêk tînin. Hevserokê Komeleya Demokratîk a Elewîyan ya Şaxa Enqereyê Mustafa Karabudak dibêje, ew wek 8 komele û sazîyên Elewîyan daxwaz ji Wezîrê Dadê kirine ku hevdîtineke pêk bînin da ku greva birçîbûnê bidawî were.

Mustafa Karabudak- hevserokê Komeleya Demokratîk a Elewîyan ya Şaxa Enqereyê, got:"Di bawerîya Elewîyan da eza û ceza tune ye. Ji loma em grevên birçîbûnê pesend nakin. Lê belê îro divê em li cem wan kesan bin ku bi laşên xwe li heêberî faşîzmê berxwe didin. Em li dijî tecrîdê ne. Divê her girtî bikaribe bi malbat û parêzerên xwe ra hevdîtin pêk bîne. Çi ji destê me were em ê bikin."

Parlamenterê HDPê Kemal Bulbulê ku di serdana dayîkan de li gel wan e dibêje, Tirkîye êdî bûye welatekî wisa kul i gorî yasa û hiqûqa xwe jî tevnagere.

Kemal Bulbul-parlamenterê HDPê, got:"Divê Tirkîye yasaya xwe bicîh bike. Ji loma ev meseleyek wisa nîne ku zêde bê dirêjkirin. Ji sala 2011an vir ve li ser brêz Ocalan tecrîdeke giran heye. Dayîkên ku doza zarokên xwe dikin ku bila nemirin rastî êrîş û tundîya polîsan tê. Ev bêexlaqîyeke mezin e. Bi rastî niha Tirkîye bêyî yasa û makezagonê tê birêvebirin."

Piştî hevdîtina Ocalan li gel parêzerên xwe û banga wî ya bo aştîya civakî, ji alîyê hin derdoran ve hatibû gotin ku wê jinûve proseya çareserîyê dest pê bike, lê belê ev mijar ji alîyê rayedarên hikûmeta Tirkîyeyê ve hatibû redkirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0eea75b6-f03c-4c8a-8cdd-c406e12f0014/052319FFY.ism/manifest