HSD: Emê berevaniyê di ber gelê xwe de bikin

Peyvdarê bi navê Hêzên Sûrya Demokrat Kîno Gabiryêl ragihand, ku li gorî karînên xwe, wan bersiva êrîşên Tirkiyê daye û sînorên xwe ji terorîstan parastiye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Peyvdarê bi navê Hêzên Sûrya Demokrat Kîno Gabiryêl ragihand, ku li gorî karînên xwe, wan bersiva êrîşên Tirkiyê daye û sînorên xwe ji terorîstan parastiye.

Kîno Garbiryêl ji Kurdistan24ê re got: Em li gel Amerîka li ser hêlê ne, ji bo em rê li ber êrîşên Tirkiyê bigirin, lê Tirkiye dixwaze kêşeyên xwe yên navxwe derxe ji derve.

Ji aliyê xwe ve şêwirmendê Hêzên Sûrya Demokrat Rêzan Gelo ji Kurdistan24ê re got: Pêwîst e hevpeymaniya Navdewletî helwesteke zelal derbarê êrîşên Tirkiyê li ser bakurê Sûrya bide xuyakirin û bê deng nemîne.

Rêzan Gelo got jî: Me soz daye gelê xwe û cîhanê, ku em terorîstên DAIŞê jinav bibin, lê divê Hevpeymanên me û hêzên demokratxwaz helwestekê bidin, dema dibînin ku Tirkiye êrîşî hêzên me dike û dixwaze axa me dagîr bike.

Herwiha Gelo got: Gelê me di amadebaşiyê de ye ji bo berxwedanê li dijî Tirkiyê û emê bi hemû awayî berevaniyê li gelê xwe bikin.

N.O