Di van nêzîkan de PDK vedigere Kerkûkê

Partîya Demukratîya Kurdistanê (PDK) pirojeyek bo asayîkirina rewşa Kerkûkê pêşkeş dike û li gor axivtinên Şaxewan Ebdûlla, Endamê komîteya asayîkirina rewşa Kerkûkê, di dema dû heftîyên dahatî de gavên asayîkirina rewşa Kerkûkê dest pê dike. di destpêkê de jî bi asayîkirina rewşa asayîşê dest pê dike.

K24- Hewlêr

Li gor rasparteyên pirojeyê, asayîkirina rewşa Kerkûkê qonax bi qonax dibe, qonaxa yekem çareserîya dosêya asayîşê dibe ku di dû heftîyên dahatî dikeve warê cibicîkirinê de. wê demê jî PDK vedigere bajêrî û baregehên xwe careka din werdigire. Piştî asayîkirina rewşa asayîşa bajêrî jî, kar dihê kirin bo danana parêzgarekî.

Li ser evê yekê jî Şaxewan Ebdûllah, endamê komîteya asayîkirina rewşa Kerkûkê aşkera dike ku di navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û hikuemta Îraqê de Pêşmerge û berevanîya Îraqê û pûkhateyên Kerkûkê bi cûda danûstandin heye, pêşbînî jî dihê kirin di ayîndeyeka nêzîk de bigehin rêkkevtinê.

Di dmekê de Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) her li xema danan parêzgarekî ye bo Kerkûkê, Xalid Şiwanî, endamê serkirdatîya wê Hizbê nwênerînîya YNKyê dike di wê komîteyê de ku ew komîte ji pêkhateyên Kekrûkê hatîye pêkanîn bo asayîkirina rewûşa wî bajêrî. Luqman Werdî, perlemantarê wê hizbê çareserkirina rewşa Kerkûkê bi danana parêzgarekî bo wî bajêrî girê dide.

Li gor zanyarîyên Kurdistan24, heftîya dahatî civîneka dîya pêkhateyên Kerkûkê bo asayîkirina rewşa bajêrî li Bexdayê dihê encamdan. Endamekê wê şandê jî dibêje: Pêkhateyên Kerkûkê bi pirojeya PDKyê razîne û bi van nêzîkan PDK baregehên xwe li Kerkûkê werdigre û postê parêzgarê Kerkûkê jî yek alî dibe.