Berbijarê CHP yê Serokatiya Tirkiyê serdana Diyarbekirê dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Îro berbijarê Serokatiya Tirkiyê yê CHPê Muharrem Înce, serdana bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê dike.
Înce di çarçoveya bangeşeyên hilbijartinan de, serdana Diyarbekirê dike û biryar e, demjimêr pêncê êvarî li Meydana Îstasyonê ji welatiyan re gotinekê pêşkêş bike.
Pêşbînî heye ku Înce derbarê çarekirina pirsa Kurdî jî, çend sozên giring bide.
Înce piştî mitînga xwe, wê serdana hevjîna Selahadîn Demîrtaş, Başak Demîrtaş bike.
Duh jî perlemanterê CHPê Sezgîn Tanirkulu bang li xelkê Diyarbekirê kiribû, ku beşdarî mitînga Muharrem Înce bibin û kerta sor nîşanî AKP bikin.
N.O