Li Bexda 2 xwenîşander hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn

Li gor mêdyayên Îraqî, ku çavkanîyên tenduristîyê belavkirîne, bi sedema girjîyên di navbera xwenîşander û hêzên ewlekarîyên Îraqê de li Bexdayê rûda, 2 xwenîşander hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn.

K24- Bexda

Li gor mêdyayên Îraqî, ku çavkanîyên tenduristîyê belavkirîne, bi sedema girjîyên di navbera xwenîşander û hêzên ewlekarîyên Îraqê de li Bexdayê rûda, 2 xwenîşander hatin kuştin û 17 jî birîndar bûn.

Piştç bi dawîhatina wê moleta sê rojî ya xwenîşanderan dabû hikumetê, xwenîşander careka din ketin ser cadeyan û bi şewitandina tayeyan, piranîya rêyên sereke û pirên Bexdayê bo demekê daxistin.

Nûçegehanê Kurdistan24 li Bexda ragehand, berê xwenîşanderan moleta sê rojan dabûn hikumetê, xwenîşander dibêjin, hêj hikumetê bersiva daxwazîyên wan nedaye û dema moletê jî bi dawî hatîye, lew careka din dest bi xwenîşandanan kirin.

Wek mêdyayan amaje kirîye, bi sedema girjî û tundûtîjîyan li parêzgeha Dîwanîye sûbe bû valane ya fermî.