Lêkolînerek ji K24ê re behsa hewlên Mela Mustefa Barzanî bo navdewletîkirina pirsa Kurd dike

Pisporekî dîrokî yê di warê pêwendiyên Kurd û Amerîka de çend belgenameyên dîrokî derbarê hewlên Mela Mustefa Barzanî ji bo navdewletîkirina pirsa Kurd aşkere dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Pisporekî dîrokî yê di warê pêwendiyên Kurd û Amerîka de çend belgenameyên dîrokî derbarê hewlên Mela Mustefa Barzanî ji bo navdewletîkirina pirsa Kurd aşkere dike.

Di 116 saliya jidayikbûna Mela Mustefa Barzanî de, Pisporê Dîrokî yê Pêwendiyên Kurd û Amerîka Saman Omer ku çend sal ji temenê xwe di nava belgenameyên nehênî yên Amerîka de derbas kiriye ji bo cara yekem ji Kurdistan24ê re çêroka hewlên Mela Mustefa Barzanî ji bo navdewletîkirina pirsa Kurd aşkere dike, ku cara yekem Barzanî hewl da dengê xwe bigihîne Amerîka.

Ew pisporê dîrokî ê pêwendiyên Kurd û Amerîka dibêje: “Piştî ku Mela Mustefa Barzanî hewl da ber bi rojava ve biçe, bi taybet ji bo gerentiyê werbigire ku Amerîka piştevaniya Kurd bike, piştî wan hewlan yekem nameya Barzanî di 13. 6. 1969an de ji aliyê Şefîq Qezaz ve ligel nûnerê Aşûriyan digihe Wezareta Derve ya Amerîka li Washingtonê. Di nameyê de Barzanî daxwaz dike ku hevkariya doza Kurd bê kirin. Di wê demê de û dema Şefîq Qezaz nameyê digihîne, bersiveke ewqas wernagire. Zîrekiya Barzanî di wê demê derdikeve ku hemû netew ligel wî bûn, ji ber wê Aşûriyek û Şefîq Qezaz bi hev re dike nûner û dişîne Washingtonê.”

Amaje bi wê jî dike: Dawî hewl di sala 1972an de şanda şoreşa Kurdistanê bû, ew şande ji Îdrîs Barzanî û Dr. Mehmûd Osman pêk hatibû û serdana Amerîka kirin û ji aliyê her yek ji Serokê CIA Richard Helms û Nûnerê Taybet ê Henry Kissinger ji bo Asayişa Niştimanî Kolonel Richard Kennedy û nûnerên Pentagonê ve hatin pêşwazîkirin. Ew şande careke din nameyekê ji Barzanî ve digihînin berpirsên Amerîka û di nameyê de Barzanî dibêje “Rast e em li navçeyeke biçûk in, lê dikarin hevsengiyeke mezin li Rojhilata Navîn bigirin. Dikarin bibin sedema aştiyê ji Tirkiye, Îran û Urdinê re. Herwiha Barzanî di nameyê de 4 daxwazan ji Amerîka dike, ew jî di warê leşkerî, aborî, hewalgîrî û hevkariyên çek û teqemeniyê ne, ku wê demê pêwîstiya şorerşa Kurd bi hevkariyên leşkerî hebû.”

Saman Omer dibêje: “karîzmeya Barzanî di wê de bû, Hezîranê hilbijart di maneyekê ji nameyên xwe ji Serokê Amerîka re roja 30î  çend roja berî bîranîna serxwebûna Amerîka nivîsîbû û çermekî Piling wek diyarî ji Serokê Amerîka re dişîne. Barzanî jê re dibêje: Hêvîdar im salvegera serxwebûna Amerîka bibe sedema bersiveke erênî ji cenabê we ve û hest bikin ku xelkê din jî hez dike bigihe wê rojê.”

Belgename behsa wê dikin, Amerîkiyan dereng bi girîngî bi Rêberê şoreşê Kurd hesiyan û ji ber wê jî mixabiniya wan hebû.

Reng e gelek armancên Mela Mustefa Barzanî ta niha bidest nehatibin, lê ewê hîşt Barzanî wek pêşengê gelekî û bi nemirî bimîne ew e doza Kurd ji serhildana navçeyekê gihand navend û paytextên mezin ên cîhanê.