Pêncem salvegera azadkirina Kobanî

Roja 13yê Îlona 2014yê Daişê dest bi hêrişên xwe kirin bo ser bajarokê Kobanî li Rojava ya Kurdistanê destpêkir. Hêrişên Daişê bûne sedema kavilkirina bajêrî û awarebûn û derbiderbûna xelkê wî bajêrî, lê Kobanî neket û bi fermana serok Barzanî, hêza Pêşmerge sinûrê nêvdewletî ya Îraq, Tirkiya û Sûriyê birrîn û gehiştin Kubanî bo alîkarîkirina şervananên Bajêrî.

K24- Hewlêr

Wêstgehên  şerê Kobanî:

Li 2yê Çirya Dûyem/ Oktoberê, Daişê 350 gund û avahêyên derdorê Kabanîyê dagîr kir.

 Bi sedema wan hêrişan 300 hezar Kurd û xelkên deverê aware û derbider bûn. Pişkekê ji wan berê xwe dane sinûrê Tirkiya. Li 2015yê hejamra awareyan gehişte 400 hezar kes.

Kernevala pêşwazîya gelê me li bakûrê Kurdistanê ji hêza Pêşmerge li dawîya meha Çirya Dşuem/2014yê
Kernevala pêşwazîya gelê me li bakûrê Kurdistanê ji hêza Pêşmerge li dawîya meha Çirya Dşuem/2014yê

Li roja 31 Çirya Yekem/ Oktober 2014yê yekem karwana Hêza Pêşmerge yê Kurdistanê sinûrên Nêdewletîyê Îraqê û Tirkiya Birî û gehişte Kobanî.

Pêşmerge û Şervan bi hev re berevanîyê ji Kobanî dikin.
Pêşmerge û Şervan bi hev re berevanîyê ji Kobanî dikin.

Bi alîkarîya Hêza Pêşmerge yê Kurdistanê, Hevpeymanîya Nêvdewletî Dijî Daişê û Yekîne yên Kurdî yên Kabanî li roja 26ê Kanûna Dûyem/ 2015 operasyona rizgarkirina Kobanî destpêkirin û roja dûv re şîyan tevaya bajarokê Kobanî rizgar bikin.

Piştî rizgarkirina Kobanî careka din jîyanê destpêkir.
Piştî rizgarkirina Kobanî careka din jîyanê destpêkir.

Li 2yê Şubatê/2015 heya dûrî ya 25 kîlometran Daiş ji sinûrê bajarêkê Kobanî hatin dûrxistin.