Girûpeke nihênî ji bo kuştina penaberan hat ragihandin

Hêzeke nihênî ji 200 çekdaran li Almanya hatiye pêkanîn û mebesta wê kuştina penaberan û wan berpirs û siyasetvanan e ku piştevaniya wergirtina penaberan dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hêzeke nihênî ji 200 çekdaran li Almanya hatiye pêkanîn û mebesta wê kuştina penaberan û wan berpirs û siyasetvanan e ku piştevaniya wergirtina penaberan dikin.

Li gorî nûçeyeke rojnameya The Sun a Birîtanî, ew girûp di bin aydiyolojya Naziyan de kar dike û didin xuyakirin ku ew serkirdeyên piştevaniya hatina penaberan dikin, bûne sedema belavbûna teror, destdirêjiya seksî û nearamiya civakî li Almanya.

Heya niha wê girûpê ti çalakî nekiriye, lê tekez dike ku li bendî rojekê guncayî ye, daku çalakiyên mezin encam bide.

Di sala 2015an de, şêwirmenda Almanya Angela Merkil, deriyê Almanya li pêşya penaberan vekir û bi sed hezaran penaber xwe li wî welatî girtin.

N.O