Rewşenbîrên Diyarbekirê piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin

Li Diyarbekirê, piştgiriya ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê hem bi awayê takekesî hem jî bi awayê rêxistinî dewam dike. Ji bo Referandûma ku dê di 25'ê Îlona 2017'an de li Kurdistanê pêk bê, hem ji Qada Hunera Kurdî, hem ji Qada Wêjeya Kurdî piştgirî hat ragihandin. Li gorî nirxandinên hunermend û wêjevanan, xuya ye ku dê encama referandûmê erênî derkeve û divê hemû hizbên li 4 parçeyên Kurdistanê, li hember biryara gel rêzdar bin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, piştgiriya ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê hem bi awayê takekesî hem jî bi awayê rêxistinî dewam dike. Ji bo Referandûma ku dê di 25'ê Îlona 2017'an de li Kurdistanê pêk bê, hem ji Qada Hunera Kurdî, hem ji Qada Wêjeya Kurdî piştgirî hat ragihandin. Li gorî nirxandinên hunermend û wêjevanan, xuya ye ku dê encama referandûmê erênî derkeve û divê hemû hizbên li 4 parçeyên Kurdistanê, li hember biryara gel rêzdar bin.

Li Diyarbekirê, dengvedana ji bo Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dewam dike. Piştî ku dîroka Referandûmê, li Kurdistanê hat ragihandin, ev biryar li 4 parçeyên Kurdistanê û gelek deverên ku Kurd lê dijîn, bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin. Li Diyarbekirê peyamên piştgiriyê ji Qada Hunera Kurdî û Qada Wêjeya Kurdî jî hatin ragihandin. Hunermend Osman Xunav dibêje; daxwaza me ew e ku ji ber têkiliyên polîtîk, dîroka referandûmê texîr nebe.

Hunermend Osman Xunav ji K24ê re jî wiha axivî: "Ez 30 sal in ez di nav hunera Kurdî de me. 30 sal in ku siyaseta Kurdî ji nêz ve dişopînim. Gelek derfetên me yên ji bo Kurd û Kurdistanê çêbûn, lê mixabin hemû belasedem derbas bûn. Gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dan, hîn jî mirov dimirin. Ji ber vê yekê Referandûma ku li Başûrê Kurdistanê çêdibe, ji bo Kurdan gelek baş e. Ango îro dê xaka te çêbibe, tu yê wekî Kurdistaniyekî bijî."

Serdanên Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî yên ji bo têkiliyên derveyîn ên ku bi mijara serxwebûnê pêk tên, bûn sedem ku di nav xelkê Diyarbekirê de jî hêviyên pêkhatina netewebûyînê zêdetir bibin. Nivîskar Îrfan Bababoglû li ser navê Qada Nivîskarên Kurd diyar kir ku bi biryara referandûmê re yekîtiya Kurdan zêdetir ketiye rojevê, ev yek jî di pêvajoya referandûmê de hêviyên dahatûyê zêdetir dike.

Nivîskar Îrfan Babaoglu dibêje: "Kurd jî divê baş bizanibin ku; çi kes dibin, çi rêxistin dibin, çi parçeyên din ên Kurdistanê dibin, divê bizanibin ku çarenûsa Kurdan yek e, dahatûya wan yek e. Îro dijminên Kurdan jî baş dizanin ku heger Kurd bibin yek, kesek nikare pêşî li wan bigire, ji ber vê yekê jî ev referandûm girîng e."

Li Diyarbekirê, di mijara Serxwebûna Kurdistanê de gelek çavdêrên siyasî nirxandin û çavdêriyên xwe yên li nav qada siyasî û civakî wiha diyar dikin ku; piraniya kesên serbixwe û yên girêdayiyê sazî û dezgehên siyasî û civakî, bi daxwaza ku dê di nav qada cîhanê de bibin xwedî nasnameyeke gerdûnî û dê piştî Kurdistana Serbixwe di qada navneteweyî de bi tunehesibandirê re rû bi rû nemînin, bi bendewariyên serxwebûnê, li benda meha îlonê ne.