Şêx Ceifer: Daiş bi awayeke cuda careke din xwe rêkxistîye

Pêşmerge hêzên zêdetir dişîne germîyan û cêgirê serokê Herêma Kurdistanê jî, dibêje: Bizava çekdarên Daişê li Germîyan zêde bûye.

K24- Hewlêr

Pêşmerge hêzên zêdetir dişîne germîyan û cêgirê serokê Herêma Kurdistanê jî, dibêje: Bizava çekdarên Daişê li Germîyan zêde bûye.

Evro, Şêx Ceifer Şêx Mistefa, cêgirê serokê Herêma Kurdistanê seredana hêza Pêşmerge kir li Germîyan û di hevpeyvîneke taybet de bo Kurdistan24 ragehand: Bizava Daişê zêde bûye û di rêz Pêşmerge de jî me çend şehîd û birîndar hene.

Ragehand jî me seredana Mihewera yek û dû ya Xurmatû kir û pêdivîyên wan dê dabîn bikîn, daku bikarin rêgirîyê ji wan hêrişan bikin.

 Amaje bi wê yekê jî da, Daiş, niha şerê partîzanîyê dike û xwe rêkxistîye û sûd ji wê valahîyê wergirtîye ku di navbera hêza Pêşmerge û supayê Îraqê de heye.

Aşkera jî kir, gelek dever hêj li jêr destê Daişê de ne û bi awayeka partîzanî çalakîyan têde encam dide.