Li Tirkiyê qedexeya ser Înternetê zêde dibe

Li Tirkiyê her sal, a ku diçe qedexeyên liser înternetê zêdetir dibin. Ligor lêkolînek hatî kirin, li Tirkiyê di nava 12 salên borî de, zêdetirî 286 hezar malper hatîne qedexe kirin. Ligor pisporan, digel ku li Tirkiyê gelek malperên ji bo parastina ehlaq û tendirustiya civakê qedexekirî jî bin, ji ber sedemên sîyasî, piraniya malperên Kurdî û malperên muxalefeta Tirkiyê, qedexe kirin e.

K24- Stenbol

Li Tirkiyê her sal, a ku diçe qedexeyên liser înternetê zêdetir dibin. Ligor lêkolînek hatî kirin, li Tirkiyê di nava 12 salên borî de, zêdetirî 286 hezar malper hatîne qedexe kirin. Ligor pisporan, digel ku li Tirkiyê gelek malperên ji bo parastina ehlaq û tendirustiya civakê qedexekirî jî bin, ji ber sedemên sîyasî, piraniya malperên Kurdî û malperên muxalefeta Tirkiyê, qedexe kirin e.

Li Tirkiyeyê piştî sala 2007 qedexe ,astengî û sansûrên li ser înternetê gelek zêdetir bûne.Li gor lêkolîneka hatî kirin dinav 12 salên borî de li Tirkiyeyê 286 hezar malperên înternetê û zêdetirî 150 hezar adresên URL hatîne qedexekirin. Prof. Dr. Yaman Akdenîz ê ku li ser qedexeyên înternetê lêkolînan dike radgihîne her çiqes li tirkiyeyê gelek malper ji bo parastina ehlaq û tendirustiya civakê hatîbin qedexe kirin jî ,bi taybetî malperên Kurdî û malperên muxalefeta Tirkiyê hatîne qedexe kirin.

Yaman Akdenîz (akademîsyen) got:''Li Tirkiyeyê li gel qedexe kirina malperên xerap yên ku metirsiyê li ser zarok û civakê çêdikin, gelek malper jî bi hêceta parastina ewlehî û aborîya komara tirkiyê hatîne qedexekirin.Bi taybetî malperên medyaya Kurdî û malperên muxalefeta Tirkiyê rastî qedexeyên gelek mezin tên.Heta ku hinek malper bi temamî nehatîbin qedexe kirin jî gelek nûçe tên veşartin û jêbirin.''

Yaman Akdenîz herwiha diyar dike li Tirkiyê azadiya medyayê û fikran di astekê gelek xerab de ye û ev sansur û qedexeyên li tirkiyê li welatên Yekitiya Ewropayê ku tirkiye dixwaze bibe endamê wê nayê dîtin.

Yaman Akdenîz (akademîsyen) dibêje:''Li gor gelek saziyên navnetewî li tirkiyeyê Azadiya medyayê û fikran di asteke xerab de ye.Ev qedexeyên tirkiyê li ser înternetê dike li welatên yekitiya Ewropaya û li welatên demokratik nayên dîtin.Li van welatan piranî malperên nijadperestiyê dikin ,malperên ziyanê digihîne zarokan û yên mafan binbê dikin têne qedexe kirin .Lê li tirkiyeyê piraniya malperan ji ber sedemên sîyasî tên qedexe kirin.

Li gor vê lêkolîna hatî kirin bi taybetî piştî derbeya leşkerî ya sala 2016 yê hejmara malperên hatîn qedexekirin gihiştîye asta herî bilind û ew pêşbînî dikin heta paşiya îsal hejmara malperên hatîn qedexekirin bigihêje 300 hezar malperan.