Moleta xwepêşandarên Babilê ji hikûmetê re bidawî bû
K24 – Navenda Nûçeyan
Xwepêşanderên Babil ku îro 19.01.2020ê wek dawî moleta ji bo diyarkirina kesê cîhê Adil Ebdulmehdî bigre dabûn, moleta wan bidawî bû û xwepêşanderan hemû riyên bajêr girtin.
Xwepêşandan ji Babil, li bexda, Necef û çend parêzgehên din jî berdewam in. herwiha hin alî daxwaza xwepêşandanên milyonî dikin.
Hefteya bûrî xwepêşanderên bajarê Nasiriye ya navenda parêzgeha Zîqarê ye moleta heftiyekê dabûn partî û aliyên Iraqê, ji bo kesekî ji bo serokatiya hikûmeta Iraqê diyar bikin.
Piştî wê daxwaza xwepêşanderên Nasiriye, xwepêşanderên bajarê Bexda û Wast jî piştevaniya xwe bo wê daxwazê û moleta yek heftiyê ragehand.
Xwepêşanderan ragehand, eger ew daxwaza wan neyê pêkanîn, gef xwarin ku dê nerazîbûnên xwe berfirehtir bikin.
Demek e Adil Ebdulmehdî destê xwe ji posta Serokwezîrtiya Iraqê kişandiye û niha wek serokwezîrê karbirêker karên hikûmetê berêve dibe.
Xwepêşander daxwaz dikin, kesekî pispor û dûr ji karên partiyan, wek serokê hikûmeta demkî ya Iraqê bê diyarkirin, ji bo ku daxwaza helbijartina pêşwext bike û asankariyê bo dadgehkirina kujerên xwepêşanderan bike.
S. B