Pompeo: Li Lîbyayê pêwîstî bi agirbesteke fermî heye

Wezîrên Derve yê Amerîka û Tirkiyê mijara Lîbyayê gotubêj kirin. Wezîrên Derve yê Amerîka ragihand, wan li ser agirbesteke fermî û mekanîzmeya çavdêriyê rêkeftine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrên Derve yê Amerîka û Tirkiyê mijara Lîbyayê gotubêj kirin. Wezîrên Derve yê Amerîka ragihand, wan li ser agirbesteke fermî û mekanîzmeya çavdêriyê rêkeftine.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, bi armanca beşdariya Konferansa Berlînê ya li ser Lîbyayê, li Almanyayê civiyan.

Piştî civînê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê da xuyakirin, bi Çavuşoglu re, li ser prosesa aştiya Lîbyayê axivîne û rêkeftine ku pêwîstî bi agirbesteke fermî û mekanîzmayeke karîger ya çavdêriyê heye.

Çavuşoglu jî got, bo agirbesteke hertimî û çareseriya siyasî, ew bi hemû akteran re di pêwendiyê de ne.

Îro19ê Çile Konferansa Navdewletî ya taybet bi Lîbyayê li Berlînê birêve diçe.

Demek e Tirkîye li ser Lîbyayê di nav liv û tevgera dîplomatîk û leşkerî de ye. Li ser vexwendina Tirkîye û Rûsyayê her çiqas li Lîbyayê agirbestekê demkî hatibe ragihandin jî, di 13ê Çileyê de li Moskowê piştî hevdîtinên şandeyên Tirk, Rûs û alîyên Lîbyayî peymana agirbestê bi yek alî ji alîyê Serac ve hate îmzekirin û Hefter bêyî ku peymanê îmze bike ji Moskowê vegerîya û careke din rageşîya dîplomatîk gurtir bû.

 

S. B