Partiyên Rojhilatê Kurdistan xwepêşandanên Îran gotûbêj dikin
K24 - Navenda Nûçeyan
Endamê serkirdatiya Hizba Demokrat a Kurdistanê Ismaîl Şerefî, ji Kurdistan24ê re got: "Îro sêşemê her yek ji Hizba Demokrat a Kurdistana Îran, Hizba Demokrat a Kurdistan, Komela Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îran, Komela Zehmetkêşên Kurdistanê û Sazmana Xebata Kurdistanê, wê li baregeha (HDK) li ser astekî bilind civînekê lidar bixin".
Ismaîl Şerefî got: "Tewera serekî yaw ê civînê, wê pirsa xwepêşandanên çend rojên derbasbûyî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê û helwesta dawî ya wan aliyan beramberî wan xwepêşandanan be".
Di roja 28/12/2017an de, xwepêşandan li çend bajarên Îranê destpê kirin, piştre li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî xelk daketin kolanan û xwepêşandan kirin.