Êzidiyên Efrînê di riyên dijwar re digihin Herêma Kurdistanê

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, 120 malbatên Kurd ên Êzidî û ji bo parastina jiyana xwe koçberî Herêma Kurdistanê bûn û ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve bi germî pêşwazî lê hatin kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Şingal

Piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, 120 malbatên Kurd ên Êzidî û ji bo parastina jiyana xwe koçberî Herêma Kurdistanê bûn û ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve bi germî pêşwazî lê hatin kirin.

Êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser Efrînê, Êzidiyên Efrînê neçar kirin gundê xwe bihêlin û jiyana xwe biparêzin, lê tevî wê yekê, bêhtir ji 80 welatiyên Kurd ên Êzidî ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin û kuştin û mal û milkên wan jî hatin talankirin û desteserkirin.

Piştî van êrîşan jî, Kurdên Êzidî yên Efrînê neçar bûn cih û warên xwe bicih bihêlin û li seranserî cîhanê belav bibin.

Êzidiyê Efrînî Pîr Şemo li ser rewşa Êzidiyên Efrînê ji K24ê re got: “Ewê êrîş Efrînê kirine, nav li xwe ne leşkerên azad, lê mixabin ew di bin serpereştiya Tirkiyê de derbasî Efrînê bûn, ew mîlîşyayên çekdarî bûn. Hemû ew çekdarê li dijî rêjîma Sûriyê şer dikirin, ketin Efrînê.”

Mistefa Wehîd dibêje: “Me gelek zehmetî dît. Dema em hatin vir jî 15 rojan di kampan de man û zarokên me jî zehmetiyên mezin dîtin.”

Ji bo birêvebirina jiyana xwe, bêhtir ji 120 malbatên Êzidiyên Efrînê koçberî Herêma Kurdistanê bûne û ji aliyê Pêşmergeyan ve hatin pêşwazîkirin. Ev yek jî bû cihê dilxweşiya wan û hinek ji birînên wan sivik kirin.

Welatiya Efrînê Semîra Nabo li ser zehmetiyên ku dîtine dibêje: “Rewşa me li Efrînê pir zehmet bû, em ji çend gundan derketin ta em gihîştin vê derê û di rê de jî me gelekî zehmetî dît heta em gihîştin Pêşmergeyan û Pêşmergeyan jî pêşwazî li me kir û em vehesiyan.”

Semîr Şukrî jî got: “Destpêkê cemaetê me hatin û heta gihîştin sînorê Kurdistanê zehmetî gelekî dîtin û destxweşiyê li Pêşmergeyan û hikûmeta Kurdistanê dikim ku pêşwazî li Kurdên me yên Êzidî dikin, ji ber ku gelekî zehmetî dîtin ta ji Efrînê gihîştin Kurdistanê.”

Kurdên Êzidî yên Efrînê li 23 gundên Efrînê dijiyan, li gor amarên sala 2011an berî şerê li Sûriyê 65 hezar Kurdên Êzidî li Efrînê dijiyan, lê piştî têkçûna rewşa Sûriyê û destpêkirina koça bikomî ya sala 2013an de, tenê nêzîkî 35 hezar li Efrînê mabûn, bi êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar re ew jî koçber bûn û hejmarek ji wan jî hatin Herêma Kurdisatanê.